Bi xêr hatin Bremenê!

Tu bi tena xwe hat Elmaniya û her tişt li cem te nûye?

Tu bi xêrê hatiye bajarê me yê bedew li ser kêleka çemê Weser! Em kêf xweşin ji ber tu li virî.
Em dixwazin ko, tu rehetiyê bibîne di Bremenê, û tu biçe dibistanê, û tu mirovên baş nasbikî û jiyaneke nû û baş li vir dest bêbikî! Tu li virî ji demeke dirêjve û tu dikare kar û xebata xwe li Bremenê bike? Em dixwazin tu bajarê me weke maleke nû ji xwere bibîne.

Em, Fluchtraum Bremen e.V., komeleyeke parestina mafê te dike. Dema ku pirsên te hebin, yan alîkarî ji tere gerekbi, Em dikarin şîretan û piştgiriya te bikin.
Gelek xelkê Bremen karê xwebexş dikin bi me re. Em bi van kesê Bremen re diaxivin jibo ku alîkariyê û hevaltiyê bi te re di jiyana rojane de.
Em navê wan kesê xwebexş dikin bi mere: rêber (bi Elmanî: Mentor).

Em li virin ju bo te!

Em çi pêşkêş dikin:

Temenê te kêmî 18 salîye û tu dixwazî hevdîtinê bi kesekî re bike bi rêk û pêk? Kesek pêştgirya te bikê di jiyana rojanede? Têkliyê bi mere bike emê hewldanê bikin ku rêberekî ji te re bigerin. Carnan divê tu aram bimîne hinekî.

Temenê te zêdî 18 salîye û tu li perwerdeyeke pîşeyî digere? Yan pîwîtiya te bi alîkariyke erkê dibistanê heye? Tu dixwaze bi cih bibe? Tu nameyan ji navenda (Jobcenter) digre yan ofîsa paldarya civakî (Sozialamt)? Yan tu cihekî digere ku hin mirovên nû nas bike? Roniştgeha şîretan a taybet ji bo te vekiriye do caran di heftiyê de, û heye hevdîtina keçikan û ciwanan carekî di heftiyê de.

Heger tu naxwaze bi tena xwe biçî sozên fermî, em dikarin alîkariya te bikin. Emê kesekî bibînin ku bi tere here soza te (Lotsenprogramm).

Pirsên te hene li ser mayîna te di Almaniyade? Tu dixwaze ber genam pêşkêş bike ji bo ku tu alîkariyên civakî bistîne? Ofîsa me yan şîretan şîretên belaş pêşkêş dikin tevlî tiştên taybetî di parêze.

Tu nerazî ji rewşa xwe li Bremenê? Tu dikare bi mere biaxive. Emê hewlbidin alîkariya te bikin.

Tu çawe têkilyê bi mere bik:

Were li ronişgeha me ya şîretan! Rojên çarşeman û pêncşeman piştî nîvro demjimêr 2:30 heya 7:00 êvarê.
Navnîşan nêzîkê nivîsgeha navendî li cem rawestgeha "Domsheide"
Jugendhaus Buchte, Buchtstraße 14 /15 , 28195 Bremen

Tu dixwaze bi mere bi axive: 0421 8356153

Yan tu dixwaze bi mere emailikî binivîsin? info[at]fluchtraum-bremen.de